Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beyt (s.x) – ABNA Hizbullaha Libnanê ragihand ku danûstandinên rasterast di navbera desthilata Libnanê û Îsraîlê de red dike.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Şeyx Neîm Qasim danûstandinên rasterast ên di navbera desthilata Libnanê û Îsraîlê re red kir.
Şeyx Neîm Qasim ji televîzyona El Menar a Hizbullahê re axivî û got: “Em danûstandinên rasterast red dikin. Bila xwediyê desthilatê fêm bikin ku nêzîkatiyên wan fêdeyê nadin Lubnanê û wan.”
Şeyx Neîm Qasim hişyarî da ku dibe ev danûstandin welat bixin nava “çerxa bêaramiyê”.
Şeyx Neîm Qasim her wiha ji desthilata Libnanê xwest ji vê biryarê vegere û got: “Danûstandinên rasterast û encamên wê ne ji dûr ve û ne ji nêzîk ve me eleqedar nakin. Emê berxwedana parastina Libnanê û gelê wê bidomînin. Emê bersiva Îsraîla dijmin bidin. Dijmin çi qasî gefan bixwe em şûnde venagerin, em serî natewînin û têk naçin.”
Your Comment